Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi Coronayê mirin

Li hemberî belevbûna vîrûsa Coronayê, Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve careke din ragihand.
Li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê qedexeya giştî û li herêmên din ên rêveberiyê qedexeya beşî hat ragihandin.

Pêla belavbûna vîrûsa Coronayê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye.

Îro jî Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kes bi Coronayê mirine û 73 kesên din pê ketin.

Bi van daneyan re, hejmara kesên bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 10 hezar û 404 kes , ji wan 389 kes mirine û hezar û 327 kes baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên li hemberî vîrusa Coronayê de qedexeya derketina derve ya giştî li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê û qedexeya beşî li herêmên din ên rêveberiyê ragihand.

Li gorî biryarên Rêveberiya Xweser:

-Li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina beşî ji saet 16:00 heta 06:00’an, ji roja Sêşemê heta 12’ê Nîsana 2021’an wê dewam bike.

-Tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh, xwaringeh, kafe, kafeterya û bazarên gelêrî têne girtin.

-Dergehên sînorî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne girtin.

– Ji ber zêdebûna pêketiyan li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê li van bajaran qedexeya derketina derve ya giştî ji sibeha Sêşemê saet 06:00’an heta 12’ê Nîsana 2021’an wê dewam bike.

Qedexeya giştî Firin, sûkên zebzeyan, nexweşxane, dermanxane, dikanên bazirganiyê, derman, sotemenî, tîmên tenduristiyê, cotkar û ragihandinê nagire nava xwe.

-Lixwekirina maskan li tevahî cihan li welatiyan tê ferzkirin, kesên ku li xwe nekin, bi hezar lîreyên Sûrî tê cezakirin.

Back to top button