Pêkanînên PDK’ê yên li dijî Kurdan li Silêmaniyê hat şermezarkirin

 

Piştî vê hevdîtinê, Gûngor Alp, Hasan Kaçar û bi piştgiriya welatparêzên ji Bakurê Kurdistanê li parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê da.

Gûngor Alp têkildarî sedema dersînorkirina xwe di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got:

“Ez ji bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê me.

Ji sala 2013’an ve li Hewlêrê bûm.

Ji bo ji Hewlêrê derkevim, nêzî 3 mehan asayîşê zext li min dikir.

Du roj beriya niha jî asayîş û mûxtarê taxê hatin, mala min bi zorê li wesayîtê bar kirin û şandin Silêmaniyê.”

Alp pirsa, “Çima ji min re dibêjin biçe Silêmaniyê? Ma Hewlêr ne Kurdistane, çima min dişînin Silêmaniyê? kir.

Alp di dawiya axaftina xwe de got:

“Ez endamê HDP’e me, ji min re dibêjin, biçe ji me re îqame bîne.

Ji ber cezayê min li Tirkiyeyê heye û ez ji Tirkiyeyê revîme, pasaporta min nîne.

Ez bi qacaxî hatime Başûrê Kurdistanê.

Çima ev çend sale pirsgirêka min nîne, niha pirsgirêk ji bo min çêdikin?

Ji min re dibêjin mêvan, lê ez ne mêvan im, xelkê Kurdistanê me û hatime welatê xwe!”.

23’yê Mijdarê jî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û endamê HDP’ê Hasan Kaçar li gel malbata wî hatibû dersînorkirin.

Back to top button