Komeleya Ekolojiyê şewatên li herêmên Amedê lêkolîn kirin

Dewleta Tirk a qirker yê hemû nirxê Kurd û Kurdistanê kiriye armanca êrişan xwezaya Kurdistanê jî qir dike.
Endamên Komeleya Ekolojiyê ku li herêmên Amedê yên şewat lê derketin lêkolîn kirin hişyarî dan û gotin:
Kurdistan bêdaristan dimîne û divê tevdîr bên girtin. Eger wiha bidome dê koçberî dest pê bike.

Endamên Desteya Rêveber a Komeleya Ekolojiyê li herêmên Amedê ên ku 18’ê tebaxê şewat lê derketinê, lêkolîn kirin.

Ekolojîstên bi welatiyan re hevdîtin pêk anîn, têkildarî şewatên li daristanan derketin agahî kom kirin.

Di vê çarçoveyê de ekolojist çûn serdana gundên Babex û Tavil ên di 15’ê tebaxê de şewat lê derketibûn.

Komeleya Ekolojiyê: Daristanên me bi şewatan tune dibin

Endamê komeleyê Mûrat Bîlgîç destnîşan kir ku şewat li qadeke bi qasî 12-15 hektarê belav bûye û çavdêriyên xwe wiha parve kir:

Bîlgîç diyar kir şewatên her roj derdikevin dibe sedema talana xwezaya Kurdistanê û ev bang kir:

Divê tevdîrên baş bên girtin. Ji bêr ku êdî Kurdistan bêdaristan dimîne û tune dibe.”

Mûrat Bilgîç da zanîn ku ew ê rapora xwe ya çavdêriyê di rojên pêş de parve bikin.

Ekolojîst Beytûllah Ozdemîr jî bal kişand ser daristanên roj bi roj kêm dibin û wiha axivî:

“Her roj daristanên me ji ber şewatan û mudaxileyên lewaz kêm dibin.

Xelkê li vê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dikin û şewat bandoreke neyînî li ser wan çêdike.

Komeleya Ekolojiyê: Wiha bidome dê koçberî dest pê bike

Beytûllah Ozdemîr, ji ber şewatên derdikevin banga baldarbûnê kir û wiha hişyarî kir:

“Eger wiha bidome piştî şewatên daristanan dê koçberiyên mezin dest pê bikin.

Divê em ji bo daristan û xwezaya xwe xebateke hişyarbûnê pêş bixin.”

Bi taybetî di demên dawî de li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayek taybet a qirkirinê tê meşandin.

Daristanên li bakurê Kurdistanê ji aliyê cerdevan û leşkerên arteşa Tirk a dagirker ve bi zanebûn tên şewitandin.

Her wiha rojane bi hezaran darên li herêmê jî tên birrîn û li bajarên cuda tên firotin.

Back to top button