ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê HÊZÊN EWLEKARIYÊ LI REQAYÊ 6 ÇETE GIRTIN

Piştî ku DAIŞ’ê di aliyê çekdarî de têk çû, şaneyên xwe yên razayî şiyar dike.
Lê belê hêzên ewlekariyê, ji bo rêgirtina li pêşiya van çeteyan di nava tevgerê de ye.
Herî dawî QSD’ê 6 şaneyên razayî girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser malpera xwe ragihand ku, demên dawî aliyên ewlekariyê, li Reqyê bi ser 6 çeteyan de girtin.

Li gorî navendê ev çete bi awayekî yekser ji teqîn û hedefgirtina sivîlên Reqayê berpirsiyar in.

Armanca wan jî belvakirina tirsê û bê-aramiyê li Reqa ye.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê Fermandariya giştî ya QSD’ê ragihand ku, ew ê li dijî şaneyên razayî û bîrdoziya DAIŞ’ê dest bi gaveke din bikin û di encamê de DAIŞ’ê tine bikin.

Leave a Reply

Back to top button