Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin û di wan çalakiyan de derbên giran li dagirkeran dixin. Herî dawî jî li Ezaz û Mare 6 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hêzên Rizgariyê diyar kir ku hêzên wan 22`ê Tebaxê çalakiyeke serdagirtinê pêk anîn.
Çalakî li dijî çeper û navendên çeteyên artêşa dagirker a Tirk li gundê Kefer Xaşir yê herêma Ezazê pêk hat.
Di encama şerê rû bi rû de 4 çeteyên El Cebha El-Şamiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
23`yê Tebaxê jî hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sabotajê seyareyeke leşkerî ya heman çeteyan li derdora bajarê Mare kirin armanc.
Di vê çalakiyê de jî seyareya çeteyan hat rûxandin û 2 çete jî hatin kuştin.