Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E’yê bernameya çalakiyên Newrozê yên li gelek welatên Ewropayê eşkere kir û ev bang kir, “Bi ruhê yekîtiya neteweyî em Newroza 50’emîn bikin Newroza azadiya Rêber Ocalan û Kurdistanê.”
KCDK-E ragihand ku wê li 15 welatan li gelek bajaran bi dirûşma “Rêberê Azad” Newrozê pîroz bikin.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate ragihandin:
Newroz a ku cejna azadî û berxwedanê ya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e, îsal wê li her derê bi dirûşma “Rêberê Azad” bê pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Newroz li erdîngariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi hezaran sal in weke destpêka biharê tê pîrozkirin.
Ji bo gelên kurdistanê di heman demê de navê berxwedan û vejînê ye.
KCDK-E’yê destnîşan kir ku Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya bi hezaran girtiyên siyasî, wê îsal bibe Newrozek ku têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.”
KCDK-E’yê dawiyê got Gelê me wê bi vê Newrozê re yekîtiya neteweyî xurtir bike, li dijî dagirkeriyê wê li her welatî li qadan Newrozê pîroz bike.