Partiyên siyasî yên Kurdî li Kerkûkê li ser binpêkirina mafê Kurdan civiyan

Partiyên siyasî yên Kurdî li Kerkûkê civiyan. Di civînê de biryar hat giritn ku daxwaznameyek têkildarî binpêkirinên mafê Kurdan li Kerkûkê pêşkêşî her sê serokatiyên Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê bikin.

Civîn li Polîtbûroya YNK’ê ya Kerkûkê bi amadebûna partiyên Kurdistanî û parlamenterên Kurd yên bajêr hat lidarxistin.

Piştî civînê li ser navê partiyên Kurdistanî Cîgirê Berpirsê Malbenda Du ya YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmud axivî.

Mela Mehmûd diyar kir ku wan di civînê de lihevkiriye ku divê mafê Kurd û hemû pêkhateyên din yên Kerkûkê neyê binpêkirin. Ji bo mafê cotyaran jî ewê bi encûmena bilind a dadgeha Iraqê re bicivin.

Rewend Mela Mehmud bang li serokatiya herêmê, serokatiya hikûmetê û serokatiya parlamentoyê kir ku li ser pirsgirêkên Kerkûkê helwesta xwe nîşan bidin û pirsgirêkan çareser bikin.

Back to top button