Adil Abulmehdî: Êrîşên bi vî awayî Iraq dixe nava metirsiyê

Aloziya li Iraqê her ku diçe kurtir dibe.

Şevê din êrîşkarên nenas, êrşî qada Hebûbî ya li bajarê Nasiriyê yê parzêgeha Zîqar kirin.

Di encama êrîşê de 2 xwepêşander hatin kuştin û 9 jê giran 18 jî birîndar bûn

Li paytexta Iraq Bexda şevê din li hemberî Herêma Kesk a Sefaretxaneya Amerîka bi 5 moşekan êrîş pêk hat.

Têkildarî êrîşa duh, Serokwezîrê îstifakirî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî bertek nişan da û diyar kir ku hikumet bi parastina şandeyên dîplomasiyê yên welatên di nava xaka Iraqê de berpirsyare.

Adil Ebdulmehdî destnîşan kir ku ji bo carek din bûyerên bi vî awayî dûbare nebin, fermana lêgerînê hatiye dayîn.

Adil di dawiyê de got:

Bûyerên bi vî awayî metirsiyê li ser Iraqê dike û welat dixe nava şer.

IRAQ-XWEPÊŞANDAN
LI NASIRIYE 2 XWEPÊŞANDER HATIN KUŞTIN Û 18 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li alîkî din Li Iraqê xwepêşandanên ji bo şermezarkirina hikumetê ji 1’ê Cotmehê ve dewam dikin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê ragihand ku li bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqar a başurê Iraqê, şevê din êrîşkaran xwepêşander gulebaran kirin û agir berdan konên wan.

Di encama êrîşê de 2 xwepêşander hatin kuştin û 9 jê giran 18 jî birîndar bûne.

Pîştî êrîşê serokê polîsa parêzgeha Zîqarê fermana parastina xwepşanderan da û destnîşan kir ku di navbera polîs û çekdaran de pevçûn derket.

Li gorî Komîrseriya bilind a mafên mirovan a Iraqê, 2 rojên derbasbûyî li Iraqê 12 xwepêşander hatin kuştin û 220 jî birîndar bûn.

PARLAMENTERÊ IRAQÊ ŞÊRWAN MÎRZE
DIBE KU ÎRO YAN SIBE KESEK LI CIHÊ ADIL EBDULMEHDÎ WERE ERKEDAR KIRIN

Parlamenterê Iraqê da zanîn ku dibe îro yan jî sibe li şûna Adil Ebdulmehdî serokwezîrek ji bo pêkanîna hikumeta nû were erkdar kirin.

Parlamentoya Iraqê Şêrwan Mîrza li ser diyarkirina kesek li cihê Adil Ebdulmehdî ji ajansa Rojnews re axivî û got:

Hîn jî nayê zanîn wê kî ji aliyê serokkomarê Iraqê ve were erkdar kirin.

Lê dibe ku îro yan jî sibe kesek ji bo pêkanîna hikumeta nû were diyarkirin.

Back to top button