Desthilatdariya AKP-MHP’ê tevî nerazîbûn û nebeşdariya partiyên muxalif, di beşa duyemîn de, 55 xalên qanûna înfazê qebûl kirin û ji bo rojnamevanan jî qanûnek taybet derxist.
Li Meclisa Giştî ya Tirkiyê, ev 6 roj in, qanûna înfazê nîqaş dikin.
Di hevdîtina duyemîn a nîqaşan de, ji bilî 3 xalan, hemû xalên din hatin qebûlkirin.
Hemû pêşniyarên guhertinê yên HDP, CHP û İYİ Partî, bi dengen AKP-MHP’ê hatin redkirin.
Tenê xalên wek:
Kesên ku salekê ceza girtibin, dikarin bi şertê kontrola edlî were cezakirin, hate sererastkirin.
Kesên ku bi zanebûn madeya asîdê bi kar anîbûn, wê ji vê qanûnê sûd negirin û neyên berdan.
Desthilatdariya Tirk ji bo rojnamevanên mûxalîf qanûnek taybet derxistin
Her wiha desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo rojnamevanên muxalif jî, xala rojnamevaniyê guhert, ku kesên ji aliyê Erdogan ve destûrê negire û rojnamavaniyê bike, wê bikeve girtîgehê.