Li Swîsreyê jimareke mezin deng hat bikaranîn

Li derveyî welat îro roja dawî ya karanîna deng e.
Partiyên kurdî yên ewropayê bang li kurdistaniyên derveyî welatkirin ku biçin li ser sandoqan. Saziya hilbijartinê ya tirkiyê ragihand ku di sê rojên dawî de li derveyî welat zêdetirî mîlyonek û 500 hezar deng hatiye bikaranîn.

Tûra dûyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê wê 28’ê Gulanê bên kirin.

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê dengdana li derveyî welat
ku 20’ê gulanê destpêkiribû di roja xwe ya dawî de didome.

Yek ji welatê ku herî zêde kurdistanî û welatiyên tirkiyê çûn ser sindoqan deng karanîn Swîsreye.

Hate ragihandin ku roja 4’an a dengdanê li bajarên Zurîch, Bern û Cenevreyê yê Swîsreyê heta niha 61 hezar û 866 hilbijêran deng dane.

Ev dane li gorî hilbijartinên 14’ê Gulanê rêjeya tevlîbûnê zêde ye.

Taybet bilindbûna rêjeya deng rola partiya çepênkesk û Federasyona Yekîtiya Elewiyan diyarker e.

“Divê jin û ciwan dengê xwe bikarbînin”

Tevlîbûna zêde ya hilbijêrên ciwan balê dikişîne.

Şevger Turk ê pirsgirêka wî ya tendûristî jî hebû hat dengê xwe da û bang li hemû ciwanê swêsrî kir ku dengê xwe bidin

Muşahîda Partiya Çepên Kesk Rabîa Baldemîr jî bang li hemû kurdistaniyan bi taybet li jinan kir ku biçin li ser sandoqê dengê xwe bikarbînin.

Li Ewropayê dengdan wê îro bi dawî bibe

Back to top button