Her du şervanên QSD’ê îro li goristana şehîdan a gundê Dawudiyê ya Hesekê bi merasîmekê hatin oxir kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi beşdarbûna fermandarên QSD’ê, Şehîd Koçer Kobanê û Şehîd Alan Can li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kirin.
Di merasîmê de fermandarê meclisa leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
Hisên Selmo piştrast kir ku ew weke hêzên leşkerî li hember her êrişek dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê amede ne.
Selmo soz da ku ew ê tevahî erd û bajaran ji çeteyên dewleta Tirk rizgar bikin û koçberan vegerînin bajar û gundên wan.
Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Mihemed axivî û diyar kir ku ji destpêka şoreşê ve zêdetirî 13 hezar şehîd dane û zêdetirî 25 hezar şervan ji hemû pêkhatiyên herêmê birîndar bûne.
Di dawiya de wesîqeya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.