Li Yemenê agirbest bidawî bû

Piştî 6 mehan ji agirbestê, li Yemenî metirisya şerê navxweyî dîsa di rojevê de ye.
Lewma piştî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya bidawîbûna agirbestê, çekdarên Hûsî dest bi êrişan kirin.

Bi navbênkariya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê ji bo 6 mehan agirbestê hatibû ragihandin.

Û dema wê doh bidawî bû.

Tevî hemû hewldanan, mijara dirêjkirina agirbesê biserneketin.

Piştî ragihandinê vê yekê bi awayekî fermî, çekdarên Hûsî bi lez dest bi êrişan kirin.

Çekdarên Hûsyî êriş birin ser hêzên hukûmetê

Li gorî dezgehên ragihandina hukûmeta Yemenê, çekdaran bi topxane û çekên giran, derdora bajarê Teizê kirin armanc.

Çavkaniyên Hûsî jî hukûmet bi wê yekê tawanbar kirin ku wan pêşî li bajarê Hedîde dest bi êrişê kirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Tekbûyî, heta niha ji ber şerê navxweyî, li Yemenî bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Back to top button