Di teqîna li Bexda de kesek mir û 3 jî birîndar bûn

Li nava Iraqê, metirsiyek zêde serwere.
Her çiqasî dengê çekan rawestiya be, lê atmosferek aloz heye.
Lîderê Tevgera Sadr bang li Çarçoveya Hemahengiyê kir ku ji ber kesên hatine kuştin li welat şînê ragihîne.
Ger vê yekê pêk neêne ew ê heta hetayî bibin dijminê wan.
Hemwextî vê yekê Serowezîrê Iraqê Kazimî got,
Ger rewş wiha dewam bike, ew ê dest ji kar berde.

Ji 2019’an ve Iraq rojên xwe yên herî zehmet derbas dike.

Şev tarî û roj dirêjin.

Li welat metirsiya derketina şerekî navxweyî di her kêliyê de xwe dide hîskirin.

Paytext Bexda jî bûye navenda aloziyê.

Di demekê ku alîgirên Sadr li ser daxwaza lîderê xwe vegeriyan malê xwe de, rewşa awerte bi dawî bû.

Lê hemwextî vê, teqîneke balkêş li nêzî Bexda rûda.

Medyaya Iraqê ragihand ku mayînek li bajarokê Temîye yê li bakurê Bexdayê di wesayîteke Heşdî Şebî de teqiya.

Li gorî hatî ragihandin di encamê de çekdarekî Heşdî Şebî hatiye kuştin û sê jî birîndarbûne.

Balkêşe îro li herêma Cadiriye ya Bexdayê jî merasîma 3 çekdarên Heşda Şebî yên di rojên derbasbûyî hatîn kuştin hebû.

Merasîm bi amadebûna Serokê Giştî yê Esayibî Ehlî Heq Qeys Xez Elî pêk hat.

Di xwepêşandanên veguherîn şerekî demkurt de 30 kes hatin kuştin û nêzî 700 jî birîndar bûn.

Piştî vê duh piştî Serokê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir bang li alîgirên xwe kir ku vekişin û dawî li çalakiyên xwe bînin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî ev helwesta Sadr weke gaveke girîng ya ji bo welat pênase kir.

Sadr ji çarçoveya hemahengî xwest şînê ragihîne

Di vê naveberê de, Sadr ji bo kesên katine kuştin xwest şîn were ragihandin.

Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadir tê nasîn, li ser malpera xwe ya twîterê peyamek nû derbarê kesên di xwepêşandanên dawî de hatine kuştin, belavkir.

Salih Mihemed wiha got:

“Eger Çarçoveya Hemahengî ji bo kesên di bûyerên dawî li Herêma Kesk de hatine kuştin, şîn ranegihîne, ji îro û pêve bi hemû awayî wê dijminê me yê yekem bin.

Em hîn jî di daxwaza xwe ya civîna parlamentoyê û pêkanîna hikumetê de dewam dikin.”

Kazimî: Eger alozî dewam bike ez ê dest ji erka xwe berdim

Hem wextî van bûyeran ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek nû derket.

Kazimî têkildarî rewşa li welat daxuyaniyek da û got:

Eger alozî û nakokiyên li Iraqê dewam bikin wê dest ji wezîfeya xwe beridm.

Ji bo serkeftina diyologê jî pêwîstî bi lihevkirina aliyan heye.

Back to top button