Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir 14 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine.
Desteyê diyar kir ji kesên pê ketine 7 mêr in û 7 jî jin in.
Li gorî desteyê, ji nav pêketiyên koronayê kesek baş bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Bi van daneyan re hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 8 hezar û 113 kesan, ji wan 276 kes mirine û hezar û 150 kes baş bûne.