Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Malbatên Şehîdan yên herêma Firatê û Meclisa PYD’ê a Qamişlo bi daxuyaniyan êirşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Zarok, xwişk û birayên şehîdan yên li herêma Firatê li dijî êrişan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, hate xwendin.

Di daxuyaniya de bal hate kişandin li ser êrişên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê jî û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk bi van êrişên xwe hewl dide Imratoriya Osmanî zindî bike.”

Di dawiyê de bang li ciwanan hate kirin ku li dijî dagirkeran biseknin û planên wan têk bibin.

​​​​​​​Meclisa PYDʹê a Qamişlo êriş û bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Her wiha Meclisa PYD’ê a Qamişlo jî bi heman armacê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa duh ya li nêzî kampa Newroz a li Dêrikê û bêdengiya navneteweyî li dijî êrişan hat şermezar kirin.

Di dawiyê hat diyar kirin ewê li dijî dagirkeran têkoşîn û berxwedana mezin bikin.

Back to top button