Yadê Eqîde Osman li Rimêlanê hate bi bîr anîn

Eqîde Osman di salvegera 3’yemîn a şehadeta xwe de li Girkê Legê hate bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li pêş Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinan li bajarokê Rimêlanê li dar ket.

Bi dehan welatî, endamên komîteyên lihevanînê, komîn û şaredariyên gel ên Girkê Legê û Kongra Star beşdarî bîranînê bûn.

Di merasîmê de hevrêya şehîd Yadê Eqîde, Esma Murad û Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê Salih El Ehmed axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku yadê Eqîde Osman mîna bi hezaran dayik û jinên Kurd li qadên têkoşînê pêşeng bû.

kurê Yadê Eqîde, Akif Mistefa jî axivî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdên azadiyê bi dawî bû.

Eqîde Osman 13’ê Cotmeha 2019’an de dema tevî karwaneke sivîlan berê xwe dida Serêkaniyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû

Back to top button