Foza Yûsiv: Erdogan bi êrîşa Fransayê, gefan li Ewropayê dixwe

Endama Desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv diyar kir ku li Serê Kanî û Efrînê rakirina alên DAIŞ’ê û êrîşa Fransayê ne tesadûf e.

Foza Yûsiv li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî êrîşa Fransayê peyamayek bi par ve kir û bal kişand ser têkiliya rakirina alên DAIŞ’ê li Efrîn, Serê Kaniyê û êrîşa dawî ya li Fransayê.

Endama Desteya hevserokatiya PYD’ê got:

“Piştî ku Erdogan gef li Ewropayê xwar, li Serê Kanî û Efrîna dagirkirî alên DAIŞ’ê hatin rakirin û li Fransayê li hember sivîlan êrîş pêk hat.

Piştî gefa Erdogan rûdana van bûyeran, ne tesadûf e. Dewleta Tirk gefan li Ewropayê dixwe û dibêje yan em ê DAIŞ’ê bi ser we de bişînin an jî hûn ê xwe radest bikin”.

Foza Yûsiv di dawiyê de jî, nivîsa xwe bi vê pirsê qedand:

“Gelo wê Ewropa daxwaza Tirkan bi cih bîne, yan jî wê rêya sêyemîn hilbijêre.”

Back to top button