“Parlamena Başûrê Kurdistanê hefteya bê dicive”

Parlamena Başûrê Kurdistanê wê hefteya bê li dijî êrîş û dagirkeriya Tirk bicive û banga derxistina wê bike. Li aliyê din jî, hêzek zêde ya leşkerî ji bo Hacî Omeran a bi ser parêzgeha Hewlêrê ve hate şandin. Parlamenterên Başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriyê banga yekîtiya neteweyî ya Kurd dikin.

Hefteya bê parlamena Başûrê Kurdistanê, li ser encama rapora lêkolînkirina bombebarana Tirkiyê, dicive..

Di rûniştina derbasbûyî ya parlamenê de, 3 komîsyon ji bo lêkolînkirina bombebaran û topbaranên dewleta Tirk û Îranê hatibûn avakirin.

Ev komîsyon, piştî lêkolînên xwe yên li ser sînorê parêzgeha Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê rapora xwe amade kir û duh radestî Desteya Serokatiya Parlamenê kirin.

Heya niha jî seroka meclisa parlamenê ji bo civînê bangî parlamenteran nekiriye.

Lê parlamentera Tevgera Nifşê Nû Mijde Mehmûd ji Rojnews’ê re diyar kir ku civîn wê hefteya bê li dar bikeve û got:

“Di raporê de, daxwaz li hikumeta Iraqê hate kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe derxe.

Divê qurbanên êrîşan bên qerebûkirin û kesên şehîd bûne wek şehîd werin ragihadin.

Divê dagirkeriya Tirk jî ji xaka Başûrê Kurdistanê derkeve.”

Hêzeke zêde ya leşkerî ji bo Hacî Omeran hat şandin

Li gel vê jî, hêzek zêde ya pêşmerge û asayîşê ji bo Hacî Omeran a bi ser parêzgeha Hewlêrê ve hate şandin.

Di navbera bajarokê Çoman û Hacî Omeran de jî bendek kontrolê hate danîn û çûnûhatin hatiye sînordarkirin.

Ev liv û tevgera hêzên leşkerî ya li deverê, di nava xelkê wê de gumanên cuda bi xwe re tîne.

Parlamenter li dijî êrîşan banga yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikin

Li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk bertek û nerazîbûn her ku diçe zêdetir dibin.

Ji bo vê jî, parlamenterê Başûrê Kurdistanê yê Tevgera Goran Şêxewan Reûf diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê dike û rûmeta Başûrê Kurdistanê dişkîne.

Reûf li dijî êrîşan dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir.

Back to top button