Erdogan careke din Til-Rifet û Minbic hedef nîşan da

Serokomarê Tirk Erdogan îro bi telefonê bi serokê Rûsiya Vladimir Putin re axivî û careke din gef li Minbic û Til-Rifetê xwar.

Erdogan îro bi serokê Rûsiya Putin re bi telefonê axivî û careke din mijara dagikirina herêmê anî ziman.

Li gorî agahiyan, Erdogan ji Pûtin re gotiye, “Divê Til Rifet û Minbic ji kontrola YPGê bên derxistin.”

Ev jî di çarçoveya gefên dagirkirina herêmê de tên dîtin.

Li aliyê din, Ajansa Rûtirsê ragihan ku Erdogan di civîneke li Enqerê de anî ziman ku ew ji bo Aştiyê dixwaze bi Esed re bicive.

Di demeke ku her kes dizane yê wêranî anîye Sûriyê Erdogan û çeteyên wî ne û siyaseta Şamê ya tundiyê jî hevkarê vê yekê ne.

Back to top button