Dewleta Tirk êrişî gundewarên Til Temir kir

Bi ragihandina operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdekirine.
Artêşa dagirker vê sibê êrişê gundewarê Til Temirê kir û şereke dijwar di navbera çeteyan û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de rûda.
Her wiha vê sibehê jî dagirkeran êrîşê gundê Sigêro ya ku dikeve Rojhilatê Eyn Îsa’yê kir.
Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Heman demê ji ber ku di êrîşê de noqteyekî hêzên Rejîma Surî jî hatibû hedefgirtin.
Leşkerek hat kuştin û yek birîndar bû.

Bi ragihandina operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re di 27′ê Tebaxa borî de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve,

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine

Vê sibê çeteyên dewleta dagirker ji bejahî ve bi obîsan êrişî gundên Tewîle, Til Tewîl û Xemsîn ên navçeya Til Temirê kirin.

Şereke dijwar di navbera çeteyan û Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de rû da û di encam de şervanên meclisa leşkerî ya Til Temirê êrişa çeteyan têk bir.

Çeteyên dagirkeriya Tirk êrişî gundê Sigêro yê Eyn Şsa kir

Her wiha vê sibehê jî dagirkeran êrîşê gundê Sigêro ya ku dikeve Rojhilatê Eyn Îsa’yê kir.

Di encamê de de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Heman demê ji ber ku di êrîşê de noqteyekî hêzên Rejîma Surî jî hatibû hedefgirtin.

Leşkerek hat kuştin û yek birîndar bû . Êrişa çeteyan li vir hat têkbirin .

Çeteyan li Mezra Mehmûd a Minbicê 2 jin bi kêrê şehîd xistin

Her wekî dagirkeriya Tirkiyê ev du roje bê navber êrişê gundewarê Minbicê dike.

Çeteyên dagirkeriya tirkiyê doh bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girtin.

Bi kêrê êriş pirejina bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) kirine.

Di encamê de pirejin û hevjînekî kurê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah şehîd dibin.

Her wiha 2 birayên malbatê; El Hac Ebdullah û birayê wî Ehmed direvînin.

1’ê Îlonê çeteyên dewleta Tirk yekser sivîl kirin armanc.

Di êrişa li ser gundê Mihsînlî de, ji heman malbatê 4 zarok şehîd bûn û welatiyek birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li malpera xwe derbarê êrişê de daxwiyaniyek da .

Navendê diyarkir ku hêzên wan êrişên çeteyên ku dixwazin gundên bakurê Minbicê dagirbikin têk birine.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Şehba û Girê Spî topbaran kir

Hemwextê van êrişa artêşa dagirker gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê û gundê El Huriye yê rojavayê kantona Girê Spî topbaran kir.

Balafireke dewleta Tirk li ser rêya Girkê Legê li erebeyekê xist

Dewleta Tirk a dagirker bi Balefireke biçek a cûreya dronê doh seat 4 û nîv piștî nîvro li Girkê Legê êrișî erebeyekê kir.

Êriș li ser rêya gundê Dugurka, çerxerêya gundê Til Cemal ê 3 km rojhilatê Girkê Legê dûrî sînorê Tirkiyê bi 17 km pêk hat.

Di vê êrişê de şehîd û birîndar çêbûn.

Back to top button