Mamosteyên jin ên Rêveberiya Xweser 23 milyon lîre alîkarî pêşkêş kirin

Mamosteyên jin yên Rêveberiya Xweser bi kampanya “Ez alîkar im” di salekê de, 23 milyon Lîreyê Sûriyê alîkariya malbatên xizan ên li Qamişlo kirin.

Kampanya “Ez alîkar im” komîteyek ji 11 kesan ava kir da ku bi karê belavkirina alîkariyê rabe û rewşa malbatan pişopîne.

Vê komîteyê heta niha alîkariya 200 malbatên hejar kirine.

Her wiha di rewşa vîrûsa Coronayê de alavên nefesê ji 4 malbatan re peyda kirine û mehane peran ji wan re vediqetînin.

Têkildarî mijarê, Talîn Abdulah ku yek ji berpirsên kampanyayê ye destnîşan kir ku 25 malbat hatine diyar kirin ku mehane alîkarî pêşkêşî wan bikin.

Kampanyaya “Ez alîkar im” bi riya hejmarek ji mamosteyên jin ên Rêveberiya Xweser, bi armanca alîkariya malbatên xizan ên li Qamişlo, di Nîsana 2020`an de hate avakir.

 

 

Back to top button