The Guardian: Ne tenê kurd berpirsên DAIŞ’îyên girtî ne

Rojnameya the Guardian bi raporekê diyar kir ku li girtîgehên Li Bakur û Rojhilatê Sûrî di nava 2 hezar girtiyên çeteyên DAIŞî yên biyanî, derdora 30 DAIŞ’îyên xeternak hene û divê ne tenê Kurd berpirsên van çeteyan bin.

Çeteyên DAIŞî yên girtî
The Guardian: DAIŞîyên girtî li dijî ewlehiya herêmê gef in

Rojnameya Birîtanî the Guardian bi raporekê bal kişande ser xeteriya çeteyên DAIŞî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û destnîşan kir ku li van girtîgehan derdora 2 hezar çeteyên DAIŞî yên biyanî hene.

Li gorî rapora rojnameyê, di nava van girtiyan de derdora 30 çeteyên DAIŞî yên Birîtanî ku çeteyên herî xeter in hene.

Çeteyên DAIŞî yên girtî
The Guardian: ji ber êrîşên Tirkiye hin DAIŞ’î reviyan

Rojname di rapora xwe de balê dikişîne ser encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û dide xuyakirin çawa ev êrîş ji çeteyên DAIŞ’ê re bûn destek.

Rojname dibêje:

Di encamê êrîşên Tirkiyê de, hin DAIŞîyên girtî reviyan.

Çeteyên DAIŞî yên girtî
The Guardian: Ne tenê kurd berpirsên DAIŞ’îyên girtî ne

Ev yek jî li dijî ewlehiya herêmî û Ewropî gef e, nemaze ku heta niha ti lihevkirineke navdewletî derbarê van DAIŞ’îyan de çênebûye.

Rojnameyê bang li dewletên ku welatiyên wan ên DAIŞî girtî ne bi berpirsyartiya xwe rabin, ji ber ku, wekî ku rojname dibêje, nabe ji vê prisgirêkê re tenê Kurd berpirsyar werin dîtin.

Leave a Reply

Back to top button