El-Menfî serdana Tirkiyê dike û çete mijara sereke ne

Serokatiya Tirkiyê ragihand, serokê meclisa serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî, îro Înê serdana Tirkiyê dike û dê bi Erdogan re bicive.

Navenda serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir, El-Menfî û cîgirê xwe Ebdella El-Lafî, dê têkiliyên Tirkiye û Lîbyayê û berfirehkirina hevkariyê, nîqaş bikin.

Tê payîn dosyaya çeteyên Tirkiye yên li Lîbyayê, her wiha peymanên Enqere bi hikumeta Wîfaqê re, mijarên sereke yên danûstandinan bin.

Wezîra Derve ya hikumeta Lîbî Necla’ El-Menqûş, duh di civîneke çapemeniyê digel hempîşeyên xwe yên Alman, Fransî û Îtalî li Terablusê, de, banga vekişîna yekser a hemû çeteyan ji Lîbyayê kiribû.

Wezîrên Derve yên hersê welatan jî da xuyakirin, ku Ewropa li ser vekişîna çete û hêzên biyanî dixebite û teqez kir ku girtina vê dosyayê, mercê bingehîn ê pêkanîna hilbijartinanên dawiya salê ye.

Back to top button