Di erdheja li Sûriyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî nêzî 7 hezarî bû

Tevî mehek derbas bû, hîna jî birînên erdhejê nehatine pêçan. Tevî bakurê Kurdistanê erdhejê bandoreke wêranker li Sûrî jî kir. Di erdheja li Sûriyê de, 6 hezar û 795 kes jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Hundirîn yê Tirkiyê jî got: Di erdheja li Tirkê de 4 hezar û 267 welatiyên Sûrî jiyana xwe ji dest dan.

6’ê sibatê bi pileya 7,8 û 7,6 du erdhejên bihêz ku navenda xwe Mereş ya bakurê Kurdistanê bû pêk hat.

Tevî 10 bajrên bakurê Kurdistanê, erdhejê bandoreke zêde li bakur-rojavayê Sûriyê jî kir.

Herî zêde parêzgehên Laziqiyê, Tertûs, Heleb, Hema, Idlib û Efrîn ji erdhejê zirar dîtin.

Bi hezaran xanî û avahî hilweşiyan.

Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê der barê encamên erdheja li Sûriyê daneyên herî dawî parve kir.

Çavdêriyê da zanîn ku di erdheja li Sûriyê 6 hezar û 795 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji wan 2 hezar û 248 kes li herêmên hikûmeta Şamê û 4 hezar û 547 kes li herêmên dagirkirîn ne.

Alîkariya bo mexdûran ji hikumet û çeteyên dewleta Tirkiyê re ma

Ji roja erdhejê gelek welatên cîhanê alîkarî ji bo mexdûrên erdhjê ji hikûmeta Şamê re şandin.

Hate diyarkirin tenê di riya ezmanî zêdetirî 270 balafirên alîkariyê hatin şandin.

Ji van nêzî 140 tenê ji Îmaratê hatin şandin.

Lê heta niha jî gelek malbat di vê serma û seqema zivistanê de li koçe û kolana bi tenê ne.

Hikumeta Şamê ji şûna ku van alîkariyan li mexdûrên erdhejê belav bike di riya kesên girêdayî xwe li bazaran bi pereyan difroşe.

Di erdhejê de 4,269 Sûriyan li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan

Li gorî çavdêriyê, Wezîrê Hundirîn yê Tirkiyê Silêman Soylu axivî û piştrast kir ku di erdheja li Tirkiyê 4 hezar û 267 welatiyên sûrî jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê da zanîn ku heta niha hezar û 793 cenazeyên welatiyên sûrî ku di erdheja li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane, derbasî xaka Sûriyê bûne.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku ji bilî qurbaniyan bêtirî 14 hezar û 500 kes birîndar bûne.

Di nava wan de, rewşa bi sedan birîndarî giran e.

Back to top button