RJAK: Jinên Bakur wê li ser şopa Leyla Qasim, sîstema AKP-MHP’ê hilweşînin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de diyar kirin.

RJAK’ê bi boneya piştevaniya Partiya Çepên Kes di hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya RJAK’ê de ev tişt hat gotin:

“Em wek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) piştevaniya xwe ji bo Partiya Çepên Kes dikin.

Çawa ku li Rojhilatê Kurdistanê jinan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sîstema Komara Îslamê ya Îranê ber bi hilweşandinê ve bir, îro li Bakurê Kurdistanê jî bi pêşengtiya jinan sîstema AKP-MHP’ê ber bi hilweşandinê ve diçe.

Her wiha çawa Leyla Qasim ji bo jinên Bakurê Kurdistanê bûye dîrokek mezin, wê jinên Bakurê Kurdistanê bi heman şêweyî li ser heman rêya Leyla Qasim dewam bikin.

Back to top button