Wezareta derve ya Amerîka banga derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê kir

Her ku diçe bertekên destwerdana dewleta Tirk ji Lîbyayê bêtir dibe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku divê hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin û bang li aliyên derve kir ku hêzên xwe yên leşkerî ji vî welatî vekişînin.

Yewnanistanê jî ragihand ku destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY binpê dike.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re ragihand ku divê hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin.

Wezaretê bal kişand li ser insiyatîfa Qahîre ya ji bo rawestandina şerê li Lîbyayê û bang li hemû aliyan kir ku bi cidî tev li danûstandinan bibin.

Girêdayî mijarê, duh serokê Cezayîrê Ebdil Mecîd Tebûn, pêşwaziya serokê Parlemena Lîbî Eqîle Salih û şandeya pê re kir.

Di civînê de, Serokê Cezayîrê teqezî li ser girîngiya diyalogê di navbera aliyên Lîbî de kir.

Eqîle Salih, girîngîya rola Cezayîrê ya ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê anî ziman û destnîşan kir ku Tebûn wê bi serokên Tûnis û Misirê re, ji bo komkirina aliyên Lîbî li ser maseyekê, bixebitin.

Yewnanistan: Tirkiyê biryara meclisa ewlehiyê binpê dike

Li alîkî din wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias îro bi twittekê ragihand ku destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê, biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Wezîrê Yewnanistanê da zanîn ku destwerdana Tirkiyê “têgihên rewabûnê ” binpê dike, lewma divê Ewropa pêşî li şandina çekan ya ji bo Lîbyayê bigre.

Nikos Dundas di dawiya axaftina xwe got ew ê Yewnanistan parastina mafên xwe bike, lê mafên parastina rewa ji NY`yê tên xwestin û Yewnanistan ji bo parastina serweriya xwe amade ye.

Back to top button