Li Îranê her 6 seatan carekê kesek tê darvekirin

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê, di nava 10 rojên borî de 42 kes ji aliyê hikumeta Îranê ve hatine darvekirin.

Piştî despêkirinna serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê asta darvekirinan pir zêde bûye.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bi raporekê ragihand ku di nava 10 rojên borî de 42 kes li Îranê hatine darvekirin.

Gorî rêxistinê di nava 4 mehên sala 2023’an de jî, herî kêm 199 kes hatine darvekirn.

Ji vê hejmarê, 51 ji wan Kurdin.

Rêxistinê di heman rapora xwe de, ragihand ku li gorî van daneyan dewleta Îranê di her 6 saetan de kesekî bi darve dike.

Li Îranê rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye

Back to top button