HPG: Dagirkeran bi çekên qedexekirî û balafiran êriş kirin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, çekên qedexekirî, obus, tank û çekên giran 30 caran êrişî qadên berxwedanê yên gêrîla kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a mêtinger daxuyaniyek parve kir.

HPG’ê diyar kir tevî ku hêzên gerîla di pozîsyona parastinê de ne, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî berdewamin û wiha got:

“6’ê Gulanê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

4, 5, 6 û 7’ê Gulanê li Garê derdora gundên Ergenê, Zêvkê, Şêranê, Yekmalê û gundê Şelazê yê Metînayê, her wiha Girê Biharê 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6 û 7’ê Gulanê jî Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM’ê û Girê Amediyê 18 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Her wiha Artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê hilweşîne.

Back to top button