CENTCOM: Êrişî baregaha Koalîsyonê ya Şedadê kirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku baregeha hêzên Koalîsyona Navnetewî li naveçay Şedadê duh bi şev hat topbarankirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê eşkere kir ku baregeha Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li Şedadê bi 2 mûşekan hatiye topbarankirin.

Li gorî CENCOMÊ ev baregeh navendeke perwerdeyê ye û di encama êrişê de tu ziyanên canî çêbûne.

Di daxuyaniya xwe de CENCOMÊ diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk serdana cihê êrişê kiriye û mûşeke netqiyayî jî dîtine.

Têkildarî vê êrişê, heta niha tu aliyekî negirtiye ser xwe.

Berevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino têkildarî van êrişên bi vî awayî got:

“Êrişên bi vî rengî metirsiyê li ser Hêzên Koalîsyonê û xelkê sivîl çêdike û ew ewlehî û aramiya ku bi zehmetî pêk hatiye, dixe metirsiyê de”.

Back to top button