Komîteya Navendî ya PKK’ê salvegera 44’emîn a avakirina partiyan xwe pîroz kir. PKK’ê diyar kir ku partiyan wan ji hemû gelên bindest re bû pêşeng û wê têkoşîna li hemberî êrişan jî li ser xeta aboyî ya bi pêşengiya PKK’ê were kirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bang li gel kir ku bi şêwaz û ruhê PKK’ê têkoşînê binlind bikin.
Komîteya Navendî ya PKK’ê bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da.
PKK’ê 27’ê Mijdarê li Rêber Apo li hemû hevrêyan, li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz kir.
PKK: PKK ji hemû gelên bindest re bû pêşeng
PKK’ê piştrastkir ku PKK Partiya Rêbertî û şehîdan e got:
44 sal in di dîroka mirovahiyê de yek ji têkoşîna azadiyê ya herî mezin û bi wate daye meşandin. Li dijî dewleta Tirk a faşîst, mêtinger, qirker û pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî, vejîn û jinûvezayîna gelê Kurd pêk anî. Li ser vê bingehê navê PKK’ê bûye hevwateya Kurdayetî û Kurdistanê.
PKK: Dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin
PKK’ê diyar kir ku berxwedana mezin a gerîla ya li ser esasê Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û berxwedanên Zap, Avaşîn û Metînayê mohra xwe li sala 44’an da.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çavên hemû cîhanê komkujiyek eşkere tê kirin.
Dixwazin gelê Kurd ê ku azadiyê dixwaze û li ser vê bingehê bi lehengî li ber xwe dide, tine bikin.
Li ser vê bingehê di salvegera 44’an a Partiya me yê Azadiyê PKK’ê de yek ji êrîşên xwe yên herî mezin û hovane pêk tînin.
PKK: Têkoşîn wê li ser xeta berxwedana Apoyî û bi pêşengiya PKK’ê pêk were
PKK’ê da zanîn wê têkoşîn li ser xeta Berxwedana Apoyî û di pêşengiya PKK’ê de pêk were.
“Em baş dizanin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd, teslîmî tu êrişan nebûn, gund û bajarên xwe li ber tu êrişkaran naterikînin.
PKK di sala xwe ya 45’emîn de wê berxwedana herî mezin a dîroka xwe bike û serkeftinên herî watedar bi dest bixe.”
PKK: Divê berxwedana azadiyê were geşkirin
PKK’ê çalakiyên azadiyê ên jinan silav kir û bi van gotinan bi dawî kir.
Weke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li çar aliyên cîhanê jin bi dirûşma ‘Jin Jîyan Azadî’ ber bi azadiyê ve dimeşin.
Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û hêzên demokrasiyê dikin ku bi coşeke mezin Cejna Partiya me pîroz bikin û li her qadê li dijî êrîşên faşîst û qirker berxwedana azadiyê bilind bikin.
KCK: Bi şêwaz û ruhê PKK’ê têkoşînê bilind bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera 44. a damezrandina PKK’ê daxuyanî da.
KCK’ê 27’ê Mijdarê li Rêber Apo li hemû hevrêyan, li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz kir.
KCK’ê got:
“PKK’ê weke partiyeke şehîdan ava bû û nirxên mezin ên azadî û mirovahiyê yên ku afirandine bi saya şehîdan e.
PKK’ê heta niha bi meş û têkoşîna li ser xeta şehîdan nirxên mezin afirandiye.
Ji niha û şûnde jî li ser heman xetê wê nirxên mezintir biafirîne, hesreta gelê me ya jiyana azad û Rêbertiya azad pêk bîne.”
KCK’ê dawiya daxuyaniya xwe ev bang kir:
”Divê gelê me bi ruh û şêwaza PKK’ê li dijî êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, têkoşînê hîn zêdetir mezin bike.
Gelê Kurd ku di pêşengtiya PKK’ê de bi berxwedan û têkoşîna xwe bûye xwedî hebûn, wê bi xeta PKK’ê li ber xwe bide.
Dagirkeriya qirker têk bibe û azadiya xwe misoger bike.”