“Ji ber nirxên ku afirandiye li hemberî rêbertiya me tecrîd tê meşandin”

Endama Konseya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir dewleta Tirk ku li hemberî berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe bi çekên kimyewî hewl dide ku bi ser bikeve.
Elîf Ronahî got, “Ji me heta yek kes jî bimîne ev têkoşîn wê neqede, PKK wê neqede. Dema yek ji me şehîd dibe, bi dehan kes şûna me digirin.”

Endama Konseya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî di bernameya taybet a televiziyona Meya Haber de mijarên di rojevê de nirxanidn.

Derbarê tecrîda giran a li Îmrali û komploya navnetewî de Elîf Ronahî ev nirxandin kir.

Rastiyeke gelê Kurd ku Rêbertiya me derxistiye holê heye.

Nefreta wan a mezin li hemberî vê ye.

Tevgereke Kurd ku di rêya azadiyê de di meşe heye.

Rastiyeke gel ku koletiyê red dike, ji bo jiyanaka azad heya dawiyê şer dike û li ber xwe dide heye.

Elîf Ronahî: Ku dewleta Tirk li şûna tecrîdê çareseriyê tercîh bikira wê niha li noqteyeke pir cuda bûya

Derbarê encamên polîtîkayên şer de jeî Elîf Ronahî diyar kir ku şer dewleta Tirk aniye noqteyeke têkçûnê.

Ku çareseriya demokratîk pêş bixista, tecrîda li ser rêber Apo raikira îro wê Tirkiye di her astê de di rewşeke cuda de bûya.

Bi awayekî erênî wê rewşeke cuda de bûye.

Lê niha hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê siyasî ve daketiye rewşeke têkçûnê.

Ew plana têkçûnê ku dixwest li hemberî me bikar bîne, dewleta Tirk têk dibe.

Elîf Ronahî: Cewhera rêheval Bêrîtan e ku artêşbûyîna jinê di vê astêde pêş xistiye

Elîf Ronahî, bi mebesta salvegera şehadeta wê derbarê Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan de jî nirxandinên girîng kir û bi taybetî bal kişand ser bandora xeta berxwedanê ya Bêrîtan di artêşbûyîna jinê de.

Li Koçgîriyê Besê û Zerîfeyan û li Dersimê jinên Kurd ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin.

Ya ku vê xetê û kevneşopiyê dewam kir Heval Bêrîtan e.

Helwesta heval Bêrîtan helwesteke jiyana azad e, helwesteke li dijî îxanetê ye.

Bi taybetî di pêşxistina artêşbûyîna jinê de jî ya esas hat girtin, ev xeta heval Bêrîtan e.

Ya dikeve ser milê me jî ewe ku em, ji xwedîderketina gelê xwe re bibin bersiv.

Elîf Ronahî: Tevî piştgiriya NATO’yê hemû jî dewleta Tirk wê nikaribe biser bikeve

Derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê de jî Elîf Ronahî got;

Li hemberî vê teknîka bilind gerîlayên Kurd berxwedaneke dîrokî ya serdemê dimeşînin.

Ev berxwedan zêdetirî 6 mehan li pey xwe hişt.

Dewleta Tirk hewl dida di nava du-sê mehan de vê herêmê dagir bike û bi temamî bixe bin kontrola xwe.

Lê tevî piştgiriya NATO’yê hemû jî bi ser neket û wê biser nekeve.

Back to top button