Feysel El-Miqdad: Dewleta Tirk qanûnên navdewletî binpê dike

Cîgirê wezîrê derve yê rejîma Sûrî Feysel El-Miqdad diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirinên Sûtchî û Astanayê tevnagere û serweriya xaka Sûrî binpê dike.

Feysel El-Miqdad ji rojnameya ”El-Weten” re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirinên Astana û Sûtchiyê, her wiha ya Edene jî tevnager.

El-Miqdad got:

Dagirkeriya Tirk qanûnên navdewletî binpê dike û demografiya Sûriyê diguherîne.

El-Miqdad tekez kir ku êrîşên çeteyên li Idlibê bi hevahingiya bi dewleta Tirk re pêk tê û destnîşan kir ku şerê li dijî çeteyan berdewam in.

Back to top button