Gelên herêmê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî daketin qadan

Îro jî li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî ên dewleta Tirk ên li ser gerîla meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin wê li ser rêya şehîdan LI ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel di li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gerîla meş û çalakî pêk anîn..

Îro li bajarê Qamişlo meşek girseyî hate lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Cotkaran dest pê kir û heta li ber navenda hêzên Rûsyayê ya li Qamişlo dewam kir û li vê derê peyam hatin dayîn.

Li Reqayê jî beriya pîrozkirina salvegera rizgarkirina bajêr bi hezaran welatî daketin qadan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kirin.

Li Dêra Zorê jî Meclisa Civaka Sivîl daxuyaniyek da û got: “Êrişên li ser gerîla tên kirin tevahî herêmê dike armanc.”

Meclisê bang li rêxistinên navnetewî kir û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikeve nava tevgerê.

Bi heman armancê li Hesekê jî çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Li bin konê çalakiyê gelek axaftin hatin kirin û hat diyar kirin wê têkoşîna li dijî êriş û dagirkeriyê dewam bike.

Kombûna Jinên Zenûbiya li Tebqayê û Dayikên Aştiyê yên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê jî daxuyanî dan û êrişên dermirovî şermezar kir.

Li Şehbayê jî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek hate lidarxistin.

Kongreya Îslama Demokratîk jî daxuyaniyek da û wiha got:

“Kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dikin.”

Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku divê saziyên olî yên Cîhanê li hember van êrişên qirêj sekneke exlaqî nîşan bidin.

Kongreyê bang li NY û saziyên hiqûqê kir ku li hember dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Her wiha gaziyên şer ên li Kobanê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên navnetewî hate kirin ku dewleta Tirk darezînin û rê li hember dagirkeriya wê bigrin.”

Li Helebê JÎ Yekîtiya Jinên Ciwan meşek li darxistin û êriş şermezar kirin.

Back to top button