12 welatan ji bo derve firotina genim qedexekir

Ji destpêka şerê desthiladariyê yê li ser Ûkraynayê û vir ve 12 welatên ku herî zêde îxracata madeyên çandiniyê dikin, biryar dan ku ambargoya îxracatê deynin ser madeyên xurekê bi taybetî jî genim.

Di nava hefteyê de Hindistan ji bo ewlekirina pêwistiyên xwe, ji bo derve firotina genim qedexekir.

Bi vê biryarê re buhayê genim hîn bêhtir zêde bû.

Ne tenê Hindistan 12 welatên din jî biryar dan ku ambargoya îxracatê deyne ser madeyên çandiniyê.

Endonezya ku hilberînerê herî mezin ê cîhanê yê rûnê Palmê ye, meha Nîsanê firotina rûn hemû rawestand.

Arjantîn, Belarûs, Kazakistan, Macaristan, Romanya, Sirbistan û Tirkiyeyê jî firotina zad kêm kirin.

Hin welatên din ên mîna Fasê jî firotina zebze û fêkiyan qedexe kir.

Hindistan, Çîn, Bangladeş û Pakistan bûn welatên destpêkê ku herî zêde ketin bin bandora ambargoya Endonezyayê.

Li Îran an jî Sûdanê, ji ber zêdebûna bihayê nan, çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin. Tê payîn ku xela girantir bibe

Back to top button