Vê êvarê dewleta Tirk a dagirker navçeya Şera û Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Dêr Cemal, Kefer Naya û navçeya Til Rifetê yên Şehbayê topbaran kirin..
Di heman demê de gundê Cimêlê, Kefer Anton, Îrşadiya û Til Ecar ên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî hatin topbarankirin.
Heta vê kêliyê zêdetirî 50 guleyên obîsan li deverên navborî ketine.
Ziyanên van topbarana, heta niha nehatine zanîn.



