Kolberekî din di encama êrîşên pasdarên Îranê de hat kuştin

Pasdarên Îranê li herêma sînor a Urmiyê êrîşî kolberan kirin û kolberek kuştin.

Êrîşên Pasdarên Îranê li ser kolberan dewam dikin.

Şeva borî, careke din pazdarên Îranê li sînorê Sel-masê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirin.

Di êrişa li nêzî gundê Ax Berze ya Sel-masê de, kolberê bi navê Zabit Alxanî bi guleyên hêzên Îranê hate kuştin.

Back to top button