CNN: Rêveberiya Biden ji ber Navalny wê cezayên li dijî Rûsya ragihîne

Piştî YE niha jî DYA nerazîbûna xwe ya ji ber girtina lîderê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny nîşan dide. Rêveberiya Biden, xwe amade dike hefteya bê li dijî Moskova cezayên nû ragihîne.

Li gorî nûçeya ku tora CNN spartî 2 çavakaniyên ji asta jor ya rêveberiya Biden, wê Waşîngton li ser mijara Navalny zextan li Moskova bike.

Di nûçeyê de hatiye gotin, ji pêvajoya jehirdana Navalny heta girtina wî wê ceza li ser Rûsya ferz bike.

Rêveberan diyar kiriye ku wê ceza bi koordîneya bi YE re di nava hefteyê de pêk were.

Ev helwesta Biden wê nîşaneya polîtîkayên wê di mijara Rûsya de jî diyar bike.

Her wiha tê gotin, bi îdiaya di dema hilbijartinê de ji Rûsya êrîşên sîber li ser Amerîka pêk hatiye wê cezayên cuda pêk werin.

Serokê Mixalîfan Aleksey Navalny 17 Çile piştî dermankirina xwe ya li Almanya vegeriya welat hatibû girtin.

Navalny yê ku ji wê rojê ve her li ser rêya dadgehê ye 2 Şibatê nêzî 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Back to top button