OPERASYONÊN LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞ’Ê MEZINTIRÎN ŞANEYA DAIŞ’Ê LI MINBICÊ HATE GIRTIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê mezintirîn şaneya veşartî ya DAIŞ girt.

 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê di çarçoveya pêngavên paqijkirinê herêmê ji şaneyên veşartî yên çeteyan de mezintirîn şaneya veşartî ya DAIŞ girt.

Şane ji 18 kesan pêk tê, di nav de 7 jin hene.

Şane ji aliyê çete Ebû Mustefa ve dihat birêveberin.

Ev şane li Minbic û gundewarên wê gelek êrîş û sûc pêk anîne.

Di rojên pêş de dê mikurhatinên endamên şaneyê werin weşandin.

Beriya niha çend rojan Şaneya Ebû Mihemed El-Himsî ya çeteyên DAIŞ’ê yên herî çalak li bajarê Reqayê û Tebqayê hatibûn girtin.

Leave a Reply

Back to top button