TRUMP BIRYARA CEZAYAN LI SER BANKA NAVENDÎ YA ÎRANÊ RAGIHAND

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Înê) cezayên li dijî banka navendî ya Îranê ragihand.

 

Trump roja Çarşema borî ragihand ku dê cezayên nû li ser Îranê werin pêkanîn. cezayên nû li dijî Îranê wek “bandor” binav kir.

Her wiha gotibû ku nêrîna wî yên derbarê vî welatî de nehatiye guhertin.

Trump ji Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Stephen Mnuchin xwest ku cezayên şênber li dijî Îranê pêk bîne.

Serokê Amerîkayê got, ti şer bi Îranê re tune ye ji ber ku “gelek vebijarkên çalakiyê hene.

Wezîrê xezîneya Amerîkayê jî ragihand ku cezayên dawî yên Amerîka li ser Îranê pir mezin in.

Leave a Reply

Back to top button