Malbatên gerîlayên şehîd: PDK sîxurtiyê ji dewleta Tirk re dike bila cenazeyên me bide

Malbatên şehîdan ji bo cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine bigirin, duh konê çalakiyê li ber deriyê Sêmalka hat vedan.
Malbatên gerîlayên şehîd bang li PDK`ê kir ku cenazeyê zarokên wan bidin wan.

Malbatan got, “PDK sîxurtiyê ji dewleta Tirk re dike û em ê nehêlin ku cenazeyên zarokên me di destê wan de bimînin.”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen got, Me daxwazên xwe ji PDK’ê re şandin û hê bersiv nedane.

Di êrişa PDK’ê ya ku 29’ê Tebaxê li dijî koma gerîla ku li herêma Xelîfanê pêk anî de 5 gerîla şehîd bûbûn.

Ji wan gerîlayên şehîd 2 ji Rojava ne.

Bertekên li dijî êrişên PDK’ê jî roj bi roj zêde dibin.

Malbatên şehîdan û malbatên her du gerîlayên şehîd Nesrîn Temir bi navê din Tolhildan Raman û Yûsif Îbrahîm bi navê din Serdem Cûdî ji bo ku cenazeyê zarokên xwe bigirin duh li ber deriyê Sêmalka çalakiya kon dan destpêkirin.

Çalakî di roja duyemîn de dewam dike.

Têkildarî mijarê dayika Ş.Tolhildan Raman, Eyşanê Temir axivî û got :

“Ez cenazeyê keça xwe ku ji aliyê çekdarên PDK`ê ve hatî şehîdxistin, dixwazim da ku li ser xaka xwe were oxirkirin û ez karibim her demekê serdana wê bikim.

Keçeke min di berxwedana li Bakurê Kurdistanê de şehîd bû û min cenazeyê wê nedît, niha jî keça min Tolhildan bi xiyanetê şehîd bû, ez derfetê nadim ku cenazeyê wê di destê PDK`ê de bimîne.”

Dayika Şehîd Tolhildan êrişên hovane yên PDK`ê şermezar kir û di dawiya axaftina xwe de got.

“Çawa bira birayê xwe bikuje! PDK`ê sîxura dewleta Tirk e.”

Her wiha xwişka Ş.Serdem Cûdî, Hewasa Yûsif jî ji PDK`ê xwest ku cenazeyê birayê wê radestî wan bikin û ev tişt anî ziman:

“Em bang li PDK`ê dikin ku cenazeyê zarokên ku parastina xaka Kurdistanê dikirin, radestî me bike divê cenazeyê Şehîd Serdem di xaka xwe de were veşartin.”

Mehsûm Hesen: Me daxwazên xwe ji PDK’ê re şandin lê hê bersiva me nedane

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen jî li ser armanca lidarxistina çalakiyê axivî û got:

“PDK’ê bi xiyanet û ajantiya xwe ji dagirkeriya Tirk re îsbat kir ku hevkarê planên dewleta Tirk ên qirêj e.

Mahsûm Hesen diyar kir ku malbatên şehîdan û tevahî şêniyên Rojava li hember sûcên PDK’ê wê bêdeng namînin û dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Hesen diyar kir wan ji bo wergirtina cenazeyan daxwaza xwe ji PDK’ê re şandine lê hê bersiva wan nedane û got,
“Wê çalakî dewam bike da ku her du cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan were kirin.”

Back to top button