Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir

Komîsyona Edaletê, daxwaza AKP-MHP’ê ya pergala Pir-Baroyan ku ji 28 xalan pêk dihat, erê kir. Tê payîn, pêşnûme roja Pencşemê li Lijneya Giştî ya Meclisê were nîqaşkirin.

Komîsyona Edaletê daxwaza pêşnûmeya Pir-Baroyan ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat amadekirin û pêşkêşî komîsyonê hat kirin, qebûl kir.

Pêşnûmeya Pergala Pir-Baroyan ji 28 xalan pêk tê.

Komîsyonê, ev pêşnûme tevî hemû nerazîbûnên Serokên Baroyên Tirkiyê, erê kir.

Piştî Komîsyona Edaletê ev pêşnûme qebûl kir, tê gotin wê roja Pêncşemê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyê were kirin.

Back to top button