Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm: Dewleta Tirk bi van êrişan hevkariya DAIŞ’ê dike

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê asta aloziya li Tirkiyê nîşan dide.

Îbrahîm El-Mihemed dazanîn ku Erdogan dixwaze aloziyên xwe yên siyasî û hundirîn derxîne dewletên herêmî û ji bo wê jî destwerdana karûbarên wan dike.

El-Mihemed êrişa li herî dawî ya li ser Kobanê bibîrxist û got:

Tevî ku QSD li gor peymana agirbestê ya 2019’an tevdigere jî dewleta Tirk herî dawî li Kobanî sivîl kir armanc. Rojane êrişê Til Temir û Eyn Îsa dike.

Ev yek bi careke din piştgiriya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê bi çeteyan re ispat dike.

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîmî di dawî de bang li civata navneteweyî û mafên mirovan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên Iraqê û Sûriyê bi dawî bikin, bêdeng nemînin.

Back to top button