Serokwezîrê Iraqê sûdanî serdana Îranê kir

Serokwezîrê Iraqê Şiya Sûdanî piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Blinken re berê xwe da Îranê.
Sûdanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê Reîsî re hevdîtin kir.
Reîsî, Amerîka bi derxistina şerê li Xezayê tewamber kir û got: “Divê demildest agirbest were ragihandin.”

Duh Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî re civiya.

Piştî wê yekê jî îro Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Îranê û bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya.

Piştî civînê herdu aliyan daxuyaniyek çapemediyê dan.

Reîsî Amerîka ji şerê li Xezaryê sûcdar kir û banga agirbestê kir

Îbrahîm Reîsî, Amerîka bi tohmeta Îsraîlê teşwîqî kuştina Fîlîstîniyên li Xezeyê dike tewamber kir.

Reîsî car din banga ‘agirbesta lezgîn’ ji bo Xezeyê kir û got:

“Divê demildest bombebaran werin sekinandin.

Agirbest were ragihandin û alîkarî ji gelê Xezeyê yê mezlûm û bi rûmet re bê dayin.”

Serokomarê Îranê di dewmiya daxuyaniyê de wiha got:

“Ev sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, bi piştgiriya Amerîka û hin welatên Ewropayê ji aliyê rejîma Siyonîst ve têne kirin û ev qirkirinek e.”

Reîsî diyar kir îdîaya ku Amerîkî hewl didin alîkariyê bidin Xezeyê, ne rast e.

Sûdanî: Em dixwazin pêyweniyên xwe yên bi Îranê re baştir bikin

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî diyar kir ku Iraq piştgiriyê dide avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê.

Li aliyê din Sûdanî diyar kir ku ew hewil didn peywendiyên Iraqê bi Îranê re baştir bikin û got:

“Başbûna pêywendiyan ji bo herdu welatên misilman wê gelekî baş bibe.

Ji ber vê yekê em ê tu carî nehêlin metirsiyek ji aliyê Iraqê ve gefê li Îranê bixwe.”

Back to top button