Çete li Efrînê malên Kurdan desteser dikin

Ji bo guhartina demografiya Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker malên kurdan desteser dikin. Çeteyan ji bo ciwanê ku ji Efrînê revandine jî 300 Hezar L.S weke fidye ji malbata wî stand.

Şêniyê bi navê Ehmed Mûsa dema serdana gundê xwe dikir, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê deriya mala wî ya li Efrînê Şikand û desteser kir.

Malpara Efrînpost jî diyar kir ku çeteyên dewleta tirk 14’ê Sibatê li Efrînê ciwanê kurd yê binavê Şiyar Mihemed revend.

Bavê Şiyar ji bo serbest berdana kurê xwe 300 Hezar l.s fidiye da çeteyan.

ÇETEYAN 3 SVÎLÊN ASTENGDAR JI NAVÇEYA RACOYÊ REVANDIN

22’ê Sibatê jî li gundê Meydan Ekbez ya navçeya Racoyê çeteyên dagirkeriya Tirk 3 şêniyên astegdar yên ji mala Hêşo ne, revandin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk heta niha “zêdetirî 6 heza sivîl revandine û çarenûsa 3 heza û 300 kes ne diyar in.

Back to top button