HPG: Derb li 2 helîkopteran hate xistin û 4 leşker hatin kuştin

1Di “Cenga Heftenînê” de leşkerên dewleta tirk a dagirker ji hev ketine. Dewleta tirk a dagirker ku ji gerîla derbên giran dixwe, herêmê bê serûber topbaran dike.

Di encama berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA Starê de, derb li 2 helîkopteran hate xistin û 6 leşkerên dagirkeriya dewleta tirk hatin kuştin.

Ji 15’ê Hezîranê ve dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşeke berfireh ya li ser xaka başûrê Kurdistan û Iraqê kir.

Dewleta tirk a dagirker bi vê jî sînordar nema, 17’ê mehê li dijî herêma Heftenînê dest bi êrîşa dagirkirinê kir.

Ev 7 rojin li herêma Heftenînê gerîlayên HPG’ê berxwedanek dîrokî li dijî dagirkeran dimeşînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî bi daxuyaniyan agahiyên dawî yên berxwedanê bi raya giştî re parve dike.

HPG’ê îro bi daxuyaniyekê derbarê bîlançoya 22’ê Hezîranê de ev agahî parve kir:

Saet 18.00’an gerîlayan li qada Girê Dûpişkê li dijî yekîneyên operasyonê yên dagirkeran çalakî kirin û 4 leşker hatin kuştin.

Saet 19.00’an jî dema helîkoptera dagirkeran hewil dida qada Geliyê Pîsaxa bombebaran bike bû hedefa gerîlayan.

Di encamê de, derb li helîkopterê hate xistin û neçar ma ku ji herêmê dûr bikeve.

Saet 21.30’an dema artêşa tirk bi helîkopteran xwest leşkeran li Navsera Xantûrê deyne bû hedefa gerîlayan.

Ji ber derbên xurt yên gerîlayan helîkopter neçar ma bi lez ji herêmê dûr bikeve.

Hêzên me li helîkoptêran reşandin û helîkoptêr neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

Saet 22.40’î helîkoptêreke Kobra ku li qada Xantûrê difirî bûye hedefa hêzên me.

Derbeke serketî li helîkopterê hate xistin.

HPG: Li Çelê 2 leşker hatin kuştin

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêmên din jî ev agahî da.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, gerîlayan 22 Hezîranê li Çelê ya Colemergê li dijî artêşa tirk ya dagirker çalakiyên suîkastê kirin û 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê dazanîn ku oparasyonên dagirkeriyê yên dewleta tirk li herêmên Qileban a Şirnexê, Tetwana Bedlîsê ku dabûn despêkirin bê encam bi dawî bûne.

Her wiha di şerê 8-9’ê Hezîranê ya li bejahiya navçeya Aricakê ya Xarpêtê de jî, gelek leşkerên dagirker yên Tirk hatin kuştin.

Gerîla Dewran û Firaz jî heta kêliya dawiyê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Back to top button