Dewleta Tirk li heremên dagirkirî malbatên çeteyan bi cih dike

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên guherîna demografîk li heremên dagirkirî didomîne.
Li Girê Spî şûna şêniyên resen ku bi Darê Zorê ji mal û milkên wan hatine derxistin malbatên çeteyan bicîh dikin.
Her wiha li Eyn Îsayê di meha Îlonê de di encama êrişên dagirkeran de welatiyek şehîd 5 jî birîndar bûn.

Polîtîkeyên guhertina demografîk li herêmên dagirkirî ji alî dewleta Tirk a dagirker ve tên meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker di despêka meha Nîsanê de projeya vegarandina koçberên Sûrî aşkerekir, lê ev koçberên Sûrî niha bi Darê Zorê dişînin herêmên dagirkirî, û wan li şûna şêniyên resen yên ku bi Darê Zorê ji mal û milkên xwe hatine derxistin, têne bi cih kirin.

Di meha îlonê de,1113 kocberên sûrî yên ku ji wan malbatên çeteyên daîşê hene, û 19 kocberên ku welatiyên îraqê ne derbasî girê sipî ya dagirkirî kirine.

ji despêka vê projê û ta niha, zêdetirî 1000.000’ek ji koçberên sûrî, û malbatên çeteyan tevî hebûna welatiyên îraqî, ji tirkiyê derbasî herêmên dagirkirî kirine û ji wan 25000 li girê sipî yê dagir kirî li şûna şêniyên resen hatine bicih kirin.

Di meha Îlonê de êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî dijwar bûn

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û kiryarên xwe yên ne mirovî, li ser herêmên Bakur û Rojhilatî Sûrî didomîne.

Di meha Îlonê de, Gelek caran dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, Bi taybetî li navçeya Eyn Îsa û gundewarên rojavayî Girê Spî topbaran û welatiyên heremê kirin armanc.

Di dîroka 4 Îlonê de dewleta Tirk a dagirker gundê Hewîca yê girêdayî navçeya Eyn Îsa tobaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Ibrahîm El-Hemed yê bi temenê 23 salî birîndar bû.

Di 7 û 18 Îlonê de jî dagirkeriya Tirk gundewarên rojavayî navçeya Eyn Îsa tobaran kir û di encamê de xetên kehrebe yê li ser wen gundewaran Qutbûn.

Di encama êrişan de welatiyên sivîl şehîd û 5 jî birîndar bûn

Her wiha di 16 Îlonê de jî gundê Dibis, Hoşan û Xalîdiyê û kampa kevin ya Eyn Îsa ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bi dijwarî hatin tobaran kirin.

Di encama tobaranên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Ebû Neytûlê di dîroka 20’ê Îlonê de du welatî birîndar bûn.

Di dîroka 26 Îlonê de balafireke bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker gundê sefewiyê bombebaran kir û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Di meha Îlonê de bi giştî di encama êrişên dagirkeriya Tirkiyê de welatiyek şehîd 5 jî birîndar bûn.

Back to top button