HPG nasnameya 4 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got,”Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan wê her tim di têkoşîna me de bijîn.
Wan ji bo me mîrateyek têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Zapê Şehîd bûne eşkerekir.

HPG’ê diyar kir ku zarokên leheng ên gelê Kurd, di şert û mercên herî dijwar de ji bo rûmet û pêşeroja azad a gelê xwe bi fedekarî têdikoşin û got:

HPG: Hevrêyên me li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan dan

“Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û her qadên ku lê mayî ji dijmin re kirin asteng, şehîd bûn.

Hevrêyên me yên ku bê navber li ser xeta fedayiyan şer kirin, ji bo hevrêyên xwe mîrateyek têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin.”

HPG’ê bi lêv kir hevrêyên wan wê her tim di têkoşîna wan de bijîn û got:

“Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd wiha ne:

Navê kod: Mahir Başkale
Nav û paşnav: Alî Polat
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Zehra
Navê Bav: Fehîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Tebax 2022 / Zap

Navê Kod: Toprak Canwelat
Nav û paşnav: Hêva Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik: Henîfe
Navê Bav: Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 27 Gulan 2022 / Zap

Navê kod: Delîl Hawar
Nav û paşnav: Emrah Şanli
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Ayşe
Navê Bav: Sadik
Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Tebax 2022 / Zap

Navê Kod: Destan Rustem Cûdî
Nav û paşnav: Gerdînya Şêxo
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Ferîde
Navê Bav: Ebdo
Cih û Dîroka Şehadetê: 1 Tîrmeh 2022 / Zap

Back to top button