Riyad Derar: Lihevkirin rewakirina dagirkeriyê ye

Dewleta Tirk bi li hevkirina Rûsyayê ve dixwaze peymana Edenê nûjen bike û dagirkeriya xwe ya li herêmê rewa bike.Hevserokê MSD’ê Riyad Derar û Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo diyarkirin ku lihevkirina Edeneyê derqanûnî ye, tenê xizmetê rewakirina dagirkeriye tirkî dike.Aliyan piştrast kirin ku dê ev lihevkirin aloziya li Sûrî kûrtir bike.

20ê Cotmeha 1998’an de, Tirkiyê û Sûriye li dijî kurdan “lihevkirina Edene” îmze kirin.

Lê ev lihevkirin di protokolên navneteweyî û NY’yê de nehat tomarkirin.

Her wiha li ser parlamentoya Sûriyê jî nehatin pêşkêşkirin û fermî nebû.

Armanca sereke ya lihevkirinê, tunekirina gelê Kurd û têkoşîna wî bû.

Ji bendên sereke yên lihevkirinê, rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê were derxistin.

Tirkiyê heta 5 kîlometreyan bikeve axa Sûriyê da ku tevgerên kurdî tune bikin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar têkildarî jinûve îmzekirina peymaneke nû ya Edeneyê nirxandinkir.

Riyad Derar “lihevkirine Edene ya nû”, wekî rewakirina dagirkirinê bi nav kir û got:

”Bawer nakim ku rejîm dê derfetê bide Tirkiyê heta 30 kîlometreyan derbasî nav axa Sûriyê bibe.

Rûs behsa 10 kîlometreyan kirin. Tirkiyê niha gefa operasyonek nû li dijî herêmê dike.

Li gorî peymanê piştî operasyonê divê Tirkiyê ji erda Sûrî derkeve û dîsa wan deveran radestî hikûmeta Şamê bike.

Lê gelo ev deverên ku niha di destê komên girêdayî dewleta Tirk de ne wê wan jî radest bike an na?

Sîhanok Dîbo: Lihevkirin derqanînî ye

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo jî derbarê mijarê de got:

“Beriya her tiştî divê em diyar bikin ku li lihevkirina Edene nekêrhatî ye û nabe pêk were.

Ji ber ku nefermiye, di bingehê de nehatiya îmzekirin. Ew kaxizeke derqanûnî û sexte ye.

Ji ber wê tu alî nikare sûdê ji wê bigire da ku destkeftiyeke siyasî bi dest bixe.”

Sîhanok Dîbo di dewamiya nirxandina xwe de ev tişt anî ziman:

Gelek dibêjin Moskova lihevkirinê wek mekanîzmeya vekişîna Tirkiyê ji herêmên dagirkirî dibîne.

Û Tirkiyê pê neçar dike ku dagirkirina xwe bi dawî bike.

Lê Rûs û beriya wê jî Sûrî dizanin ku Tirkiye fîlebaziyê dike.

Dikare li gorî peymanê serdestiya Sûriyê binpê bike û aloziya Sûrî kur bike û wê ber bi senaryoyên xeter bibe.”

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo dawiya axaftina xwe de ev got:

”Dem gelek guncaw e ku mîna van lihevkirinan bi dawî bibin heke şertûmercên diyar jê re peyda bûn.

Tenê mafê gelê Sûriyê ye ku lihevkirinan pêk bîne ku li gorî xwezaya xwe ya cihereng û pirreng be.”

Back to top button