Siyasetmedaran parastina xwe nekirin doza Kobanê taloqê 18’ê Cotmehê hat kirin

Rûniştina 4’mîn a Doza Kobanê ya ku Rêvebirên HDP û sîyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin, di roja sêyemîn de Li Enqere dewam kir.

Di rûniştina dozê de sîyasetmedaran parastina xwe nekirin. Rûniştin careke din taloqî 18’ê Cotmehê hat kirin.

Rûniştina 4’mîn a Doza Kobanê ya ku 20 jê girtî 108 kes tên darizandin, di roja sêyemîn de li girtîgeha Sîncan ya Enqere dewam kir.

Di vê dozê ji sîyasetmedarên Kurd yên ku tên darizandin re, 19 hezar û 680 sal cezayê zindanê tê xwestin.

Dozgerê ku îddîayên vê dozê nivîsandîye, ji şandeya dadgehê daxwazkir ku sîyasetmedar bi awayek girtî werin darizandin.

Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş jî beşdarî danişînê nebû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yûksekdag û hîn parlementerên din jî, bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.

Di rûniştina dozê de sîyasetmedaran ku amade bûn û yên bi rêya SEGBÎS’ê jî beşdar bûn parastina xwe nekirin.

Endamê Rêvebirîya Navendî ya HDP Alp Altinors ku ev saleke girtîye di rûniştina dozê tenê ew axivî û got:

”Ji despêkê de ev dosya mirîye. Dadgeha Mafê Mirovan a Avrupa yê jî biryar da ku Selahadîn Demîrtaş bê sûce û tu sedem nîne ku girtî bimîne.”

Altinors da zanîn ku tevî biryara Dadgeha Avrupa yê hun me mehkûm dikin û ev saleke di girtîgehêda ne.

Altinors di dawîyê de destnîşan kir ku ev doz hem di warê hiqûqî de, hem jî di warê sîyasî de dema xwe tije kiriye û ev darizandin dê bê encam bimîne.

Şandeya dadgehê biryara girtî mayîna 20 sîyasetmedaran da û doz heya 18 Cotmehê hate taloq kirin.

Back to top button