Azerbeycan: Di şerê dawiyê de 192 leşkerên me hatine kuştin

Piştî şer û serketina xwe ya li Qerebaxa Çiyayî ragihand, Azerbeycanê nû bîlanço şekekre kir.
Azerbeycanê ragihand ku di şerê dawiyê de, 192 leşkerên wan hatine kuştin.
Di vê navberê de jimara Ermeniyên ji herêma Qerebax a Çiyayî koçber bûne 42 hezar derbas kir.

Azerbeycanê ragihand ku hefteya borî di operasyona li Qerebaxê de 192 leşkerên wê mirine.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hat dayîn de hat parvekirin ku di operasyonê de 511 leşker birîndar bûne.

Rayedarên Ermenistanê yên li Qerebaxê beriya niha di daxuyaniya xwe de diyar kiribûn ku di şer de de herî kêm 200 kes mirin e.

Ji wan 10 sivîl hene.

Her wiha bêtirî 400 kes jî birîndar bûne.

Bakûyê bi êrişa dawî karî dawî li hebûna 30 salî ya çekdarên Ermenî yên li herêma Qerebaxa Çiyayî bînin.

Bi oparasyona dawiyê re giştî herêma Qerebaxê ji aliyê Bakûyê ve hat kontrolkirin.

Êrîvan: 42 Hezar û 500 penaberên Ermenî derbasî welat bûn

Di vê navberê de piştî ku hêzên cudaxwaz li hev kirin ku çekên xwe deynin, bi hezaran Ermenî hewl didin ku ji herêmê derkevin û derbasî Ermenîstanê bibin.

Di daxuyaniya ji aliyê Erîvanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku jimara penaberên heta îro saet 08.00’ê sibehê gihiştine herêmê 42 hezar û 500 derbas kiriye.

Ev tê wateya ji sedî 35’ê nifûsa Qerebaxa ku 120 hezar Ermenî lê dijîn.

Ji aliyekê din ve, Wezareta Tendirustiya Ermenistanê di daxuyaniya xwe ya îro (27ê Îlonê) de ragihand ku di herdu şer û pevçûnên hefteya borî û teqîna roja Duşemê ya benzînxaneyan de 237 birîndar bi ambûlans û helîkopteran ji Qerebaxê hatin derxistin.

Wezaretê diyar kir ku ji bo birîndaran tedawiya pêwîst hat dîtin û xebatên tehliyekirinê dewam dikin.

Di vê navberê de jimara kesên ku di teqîna dema Ermeniyên ji Qerebaxa Çiya ji bo kirîna benzînê li Ermenîstanê park kiribûn de jiyana xwe ji dest dan derket 68’an.

Hejmara birîndaran giha 300’î.

Krîza li Qerebaxa Çiyayî: Rûsya û Amerîka ji rewşa heyî hev sûcdar dikin

Back to top button